'Li Şengalê kî mafê me nas bike, em ê jî wan nas bikin'

Ji rêveberiya PADÊ Hisên Hecî Nefso diyar kir ku ew ti hesab û plangeriyên ji derve li ser Şengalê tên kirin qebûl nakin, nahêlin bi ser bikevin û got, "Kî mafê me nas bike, em jî wan nas dikin. Lê dî bixwaze zorê li me bike, em qebûl nakin."

Di demên dawî de hem li Iraqê, hem jî li Şengalê geşedanên girîng û diqewimin. Endamê Mekteb Siyasî ya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî Nefso der barê van geşedan û bûyeran ji ajansa me re axivî. Nefso di serî de nediyariya niha li Iraqê heyî, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Kurdistan û Şengalê, lîstok û plangeriyên li hemberî statuya Şengalê tên lîstin, rewşa Êzidiyan a Şengalê û helwesta gel hwd. mijarên girîng nirxandin.

Nefso diyar kir ku sedema sereke ya alozî û qeyrana siyasî aborî, îdarî, leşkerî ên li herêmê ji ber plangeriyên zilhêzan ên li ser herêmê pêk tên û da zanîn ku ev jî ji bo ku gelên herêmê di navbera xwe de tifaq û pêkvejiyanê pêş naxin derdikeve holê. Nefso anî ziman ku yekane rêya çareseriya pirsgirêkên herêmê xweşbînî, aştî û tifaqa gelan e û wiha axivî:

'ZILHÊZ HEWL DIDIN HERÊMÊ SED SALÊN DIN LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE DÎZAYN BIKIN'

“Sed sal in qeyran û aloziya herêmê didome. Sed sad berê zilhêzan li gorî berjewendiyên xwe herêm dîzayn kirin û sîstemên heyî li gorî ku sed sal di nav alozî, şer û nearamiyê de bimîne saz kirin. Niha sed salên vê pêvajoyê nêz dibin, lewre zilhêz dîsa dixwazin weke sedsala berê Rojhilata Navîn li gorî berjewendî û hesabên xwe rêkûpêk bikin. Lewre destê xwe dirêjî nav kar û barê welatan dikin. gel, çand, bawerî û neteweyan li hemberî hev sor dikin û dixwazin di çarçoveya plangeriyên xwe de bidin şerkirin û hebûna xwe ya li herêmê li ser qerana heyî rewa nîşan bidin.

Ji bo wê di navbera Kurd û Ereban, Kurd û Tirkan de dîsa di navbera ol û mezheban de dixwazin nakokî çêbikin û bi rêya nokerên xwe van civakan li hev bidin şerkirin, bi rojevên sexte re mijûl bikin, bi şerê navxweyî ji hêzê bixin ku nekaribin bibin xwedî çarenûs û paşeroja  xwe, her tim di bin serweriya zilhêzan de bin!

Bi heman awayî dixwazin Kurdan li hev bidin şerkirin ku gelekî ji 40 mîlyon Kurd nikaribin daxwaza maf û çarenûsa xwe bike, bigihije azadî û mafên xwe.

'BÊTIFAQA KURDAN DIKEVE BIN XIZMETA ARMANCÊN DESTHILATDARAN'

Her çar serdest û desthilatdariyên herêmê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye ku niha noker û hevkarên zilhêzan in, naxwazin gelê Kurd bigihên maf û azadiya xwe, her tim bindestê van dewletan bin. Bi vî awayî hemû dewlemendî û çavkaniyên Kurd û Kurdistanê bidizin û talan bikin. Bêtifaqiya Kurdan a niha jî bivênevê dikeve bin xizmeta vê polîtîka û armancên desthilatdaran.

Lê belê hêza Kurdan a siyasî leşkerî, îdarî hwd. di her alî de heye. Tevgera azadiya Kurdistanê li her çar beşên welêt di nav berxwedanî û têkoşînê de ye. Lê belê mixabin ligel ewqas bedel û nirxên giranbiha yên tên dayîn, ji ber bêtifaqiyê nagihêje encama heq dike. Hin hêz û derdor ji ber berjewendiyên xwe yên takekesî û malbatî naxwazin yekrêzî û yekîtiya Kurdan çêbe ku pêşî li hêzên dagirker bê girtin.

Dîrok xeletiyan efû nake, rehmetê li kesî nake! Heke pêvajo baş bê xwendin û li gorî wê helwest, nêzîkatî û kiryarên tê xwestin bê kirin, dîrok jî wisa dinivîse.

Niha ji her çar aliyan ve li ser xaka Iraqê êrîş hene. Yekparebûna Iraqê nemaye. Iraq nikare axa xwe, asîmanê xwe, ava xwe biparêze. Ji sala 2003’an piştî destwerdana DYE'yê ya li Iraqê ve li Iraqê aramî û asayîbûn pêk nehatiye. Destûra ji bo Iraqê hatî diyarkirin bû sedemê parçebûn, nakokî, pevçûn cihêkariyê. Kurd, Sunne, Şîa hwd. cudatî xist hemû alî û pêkhateyên Iraqê.

Ji herêma Basrayê heta Dihokê ji Kurdan heta Şîa, Sunne hwd. ji kî bipirsî nerazî ye. Nîzam nema, veguherî dewleteke weke mafya. Gel bê navber li kolanan e û doza maf û azadiyên xwe dike lê ti kes guh nade daxwazên wan.

'TENÊ KESÊN BI XÎRET LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ MAN'

Bi hatina serokwezîrê nû yê Iraqê Mûstefa Kazimî re wê hindek guhertin çêbin. Lê belê heta niha bernameya wî çi ye, plan û projeyên wî ji bo Iraqê çi ne ne diyar û zelal e ka dê çi bike!

Ji bo Şengalê jî divê her kes ji xwe bipirse ka çima ewqas êrîş, lîstok û plangerî li ser Şengalê hene? Şeş sal ji ser fermanê re derbas bû. Êzidî di vê fermanê de ji her tiştî bûn, mal û milk, rûmet û kerametê wan hat binpêkirin. Tenê çeka wan a berxwedanê di destê wan de ma! Lewre xwedan esil man, kesên bi xîret man di çiyayê Şengalê de.

Divê mirov destê xwe deyne ser wijdana xwe û biaxive. Heke wê demê şagirt û şervanên serok Apo negihiştibûna hewarê Şengal û Êzidî nediman. Divê hinek kes xwe ji heqîtê dûr nekin. Heke ew negihiştibûna Şengalê êzidiyatî nedima. Êrîşa DAÎŞ'ê planeke zilhêzan a cîhanî, herêmî bû ku vê carê Êzidî ji kokê rabin. Çimkî Şengal navend û paytexta êzidiyatiyê ye.

Lê belê mirovên xwedî wijdan, xwedan xîret û rûmet hatin xwîna xwe li ber zarokên Şengalê de dan û hebûna Êzidiyan parastin û derfet afirandin ku Êzidî li ser piyên xwe bisekinin û xwe ji xweliya xwe biafirînin, Êzidî bimînin ku êzidayetî kok û bingeha kurdayetiyê ye.

'PKK'Ê ŞENGAL JI NÛ VE AVA KIR, ÊZIDÎ JI FERMANÊ RIZGAR KIR, PARAST'

Heta niha jî li ser vê hatinê plan hene. Heta niha jî di nav hewldanên reşkirinê de ne û dibêjin ‘PKK'ê Şengal xirab kir!’ Nexêr PKK'ê Şengal ava kir, PKK'ê Êzidî ji fermanan parast, hebûna wan parast, kir îrade. Kî biqehire bila biqehire, kesê ku ji heqîqet û rastiyê biqehire bila biqehire. Heta duh jî qaşo qaymeqamê Şengalê yê berê digot ‘hepsên PKK'ê li Şengalê di bin erdê de hene!’ Şerm e şerm. Bes e ku mirov derewên ku kes jê bawer neke bibêje.

'PKK'Ê WEZÎFEYA XWE YA ÎNSANÎ PÊK ANÎ Û ÇÛ'

PKK hat wezîfeyên xwe yên însanî û exlaqî pêk anî û çû. 1’ê Nîsana 2018’an bi çavdêriya hikumeta Iraqê ji Şengalê vekişiya û çû. Hinek insan îro li Şengalê hene, insanên xwebexş in, xwedan wijdan in. Êzidî rêxistin kirin, kirin xwedî derfetan, perwerde kirin da ku bikaribin li hemberî her cure êrîşên dijminan xwe biparêze.

Mixabin hinek Êzidî jî dibin hevkarê van lîstokan û giliyê vê tiştê dikin. Şengal ji aliyê YBŞ'ê ve ku ji keç û kurên Êzidiyan pê tê, tê parastin. Bila ev kes û derdorên ku ji van gotin, lîstok û reşkirina re dibin pêlîstok û alet bila jixwe şerm bikin. Bila êzidiyatî û wijdana xwe bînin bîra xwe. Heke gotineke rast a van kesan hebe ji bo Êzidiyan bila bên di qadê de her kes kirina wan bibîne. Bila bên doza mafên xwe bikin. Yan na bi bandor û arastekirina hinek kes û aliyan virde wirde biaxivin! Bibin lîstoka siyasetên derveyî yên li hemberî Şengalê. Bes e bila tevlîheviyan derînin. Ev ji bo berjewendiya gelê me nîne.

Tevahiya Êzidiyan ji ber wê bûyera dawî qewimî, ango kuştina du welatiyên ji eşîra Şemmer gelek xemgîn bûn. Em qetl û xwînê naxwazin, em aştî biratî û pêkvejiyanê dixwazin. Di çand û baweriya me de ev heye. Çi Ereb, çi Tirkmen çi Şebek, yan jî bawerî û kêmarên dîtir em dixwazin her kes li Şengalê di nav aştiyê de pêkve bijî.

Piştî bûyerê 4 kesên gumanbar hatin destgîrkirin. Lê belê hêj bûyer nehatî bihîstin weke her carê gotin û reşkirinên xêrnexazan amade bûn; carekê de PKK, asayîşa Şengalê, nizam YBŞ sûcdar kirin. Heta mijar ji aliyê qanûnî ve zelal nebû, neraste ku mirov yekî sûcar û kiryar nîşan bide.

Helwest û nêzikatiya eşîra Şemmer a li hemberî bûyerê erênî bû. Di navbera gelan de ti nakokî nîne. Hinek kes dixwazin fitne bixin navê, gelan li hev bidin şerkirin.

'EM TI PLAN Û HESABÊN JI DERVE LI SER ŞENGALÊ TÊN KIRIN QEBÛL NAKIN, KÎ MAFÊ ME NAS BIKE, EM Ê JÎ WAN NAS BIKIN'

Niha li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn tê diqewime. Lewre divê miletê me yê Êzidî hişyar be, yek be û bi tifaq be. Îro hêz û ferasetek li pişt me ye ku dibêje çi dibe bila bibe em terka Êzidiyan nakin. Em bi fikrê PKK'ê bi fikr û felsefeya serok Apo gihiştin vê astê. Ji xwe ji bo ku ji vî fikrî ditirsin lewma ewqas êrîş dikin, dek û dolaban dizivirînin. Lewma divê em jî ji xwe re bikin.

Em ti hesab û plangeriyên ji derve li ser Şengalê tên plankirin qebûl nakin û nahêlin bigihên encamê jî. Em qebûl nakin ku ti kes li ser îradeya Şengalê guftugoyê bike. Em li Şengalê aliyê sêyemîn in. Em bi diyalog û danûstandinê rêgezî re vekirî ne. Kî mafê me nas bike em jî wan nas dikin. Lê kî bixwaze zorê li me bike, em qebûl nakin. Derveyî vê nêzikatiyeke me nîn e.

Îro hemû çand, netewe û milet li Şengalê bi hev re  di nav aştiyê de dijîn. Gotegot û fiteyên li hemberî rêveberiya Şengalê tê kirin ji bo reşkirin lewre dixwazin sîstema li Şengalê bi bedelên giranbiha çêbûyî belav bikin. Ev jî plan û hesabên dijminanin."