Li Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan çalakiya nobetê hat destpêkirin

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê jî ‘lîsteya terorê’ li her derê çalakî tên lidarxistin. Adresa çalakiyeke din jî bû Şengal.

Çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji ‘lîsteyê terorê’ li gelek deverên welat û derveyî welat bi rengên cûr bi cûr didomin.

Bi heman armancê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidxanê îro li Bexçeyê Serokatî ya li geIiyê Kersê bi vedana konê dest bi çalakiya nobetê kirin.

Bi dehan jinên Êzidî,  jinên ciwan û Endamên Meclîsa Gel ya gundê Guhbel û Zoravayê  tevlê çalakiyê bûn. Kon bi wêneyên Rêber Ocalan û pankartên “Emê Tecrîdê Bidawî Bikin, Faşîzim Hilweşînin Bi Rêber Apo Re Azad Bijîn” hatibû xemilandin. Her wiha pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zimanê Kurdî û Erebî hatibû nîşandan.

Li wir piştî deqeyekî rêzgirtina ji bo bîranîna şehîden şoreşê, Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî bal kişande ser armanca çalakiyê û ragihand; “Em weke civaka Êzidî û jinên Şengalê bi wesîleyê vê çalakiyê dixwazin dengê xwe û daxwaza xwe bighînin her derî. Însanên ku me ji fermanê rizgarkirin û hêştin em bibin îrade û xwedî li xwe derkevin, Partiya Karkerên Kurdistanê ye ku bi fikra Rêber Apo ve têdikoşin.”

Sebîha Sebrî derbarê derxistina PKK’ê ji lîseteyê terorê axivî û got; “Şagirdên Rêber Apo bi berxwedaniya xwe DAÎŞ şikandin. Ji bo xilaskirina her civakekî ku bi qirkirinê re rû bi rû ye, bi hewara wan ve diçe. Mînaka herî mezin jî îro Şengale. Em deyndarên Rêber Apo û PKK’ê ne. Ji rêxistinekî wiha re çawa peyva teror tê bikar anîn. Weke civaka Êzidî emê her dem li ser piyan bin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû civakên bindeste.”

Piştre sinevizyona ku derbarê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amadekirin hat nîşandan.

Piştî sînevîzyonê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÎ) Gulê Zorava ku ji gundê Zoravayê ye û di nobeta îro de cihê xwe digre axaftinek kir û diyarkir; “Ez ji Zorava yê hatime û di vê çalakiyê de cihê xwe digrim. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Em ne Êzidiyên berê ne, hêza me heye. Ev hemû bi saya fikra Rêber Apo hatiye avakirin. PKK ne rêxistinekî teror e. Bi hewara her kesî ve diçe. Em vê titşê qebûl nakin û daxwaz dikin ku ji lîsteya terorê bê derxistin.”

Çalakiya nobetê ya ku wê 7 rojan berdewam bike, wê her roj ji aliyê şêniyên 2 gundan ve bê devrkirin.