Li Şengalê êrişa bi balafira bêmirov a bombebarkirî

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov li Çiyayê Serdeşt ê Şengalê êriş kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, dewleta Tirk bi dema herêmî saet di 14:00 de li Çiyayê Serdeşt ê Şengalê êrişeke hewayî kir.

Hate ragihandin ku bi balafireke bêmirov bombe li wesayitekê hatiye barandin.

Agahiyên berfireh bi dest neketin.