Li Şemzînanê şerekî dijwar diqewime

Hat ragihandin ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, gerîllayên HPG’ê bi hemwext li hemberî artêşa Tirk çalakî pêk anîne.

Li gorî agahiyan li gundikê Koryurekê yê gundê Gelîşenê ya bi ser Şemzînanê, gerîllayên HPG’ê li hemberî yekîneyên leşkerî û wesayîtên zirxî yên ku derketine operasyonê, çalakiyên hemwext li dar xistine.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li dijî 2 maşîneyên kobra yên zirxî yên 34'emîn Fermandariya Tûgaya Sînor a Piyadeyan ya Tabûra Ortaklarê, Boluka Sînor a Piyadeyan a Buyuktepeyê û leşkerên li Mezraya Koryurekê bi cih bûne, êrîşên hemwext pêk hatine û di çalakiyê de leşkerên mirî û birîndar hene. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di êrîşe de birîndar û mirî hene.

Hat ragihandin ku li herêmê şer didome.