Li Şemzînanê şer, li Şapatanê provokasyon

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, şerê navbera gerîla û artêşa Tirk dewam dike. Li gundê Şapatanê jî artêşa Tirk bi planên qirêj radibe.

Li gorî agahiyên ji nûçegihanên ANF'ê yên li herêmê hatin wergirtin, hêzên gerîla roja 13'ê Tebaxê, dema amadekarî ji bo çalakiya li hemberî Asayîşa Çeme Kurke ya li Şemzînanê dikirin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin dîtin. Li vê derê şer derket û bi qasî saetekê dewam kir. Têkildarî encama vî şerî agahiyeke zelal bi dest neket.

Wekî din, roja 14'ê Tebaxê hêzên gerîla berê xwe dan girê Hanûra yê li Şemzînanê û li vê derê li komeke leşkeran rast hatin. Ji bo demeke kin şer derket û di encamê de 2 leşker mirin, gelek leşker jî birîndar bûn. Leşkerên mirî û birîndar danê êvarê bi helîkopterên Skosky ji herêmê hatin rakirin.

14'ê Tebaxê, li girê Ronahî yê li Şemzînanê, çalakiyek bi hawanan hate kirin. Gelek topên hawanê li girê ku çeperên leşkeran lê bûn, ketin.

LI ŞAPATANÊ PLANA QIRÊJ A ARTÊŞA TIRK

Li gundê Şapatan ê Şemzînanê jî, derket holê ku artêşa Tirk serî li provokasyonên qirêj dide. Leşkerên Tirk li hin cihên gund teqemenî bi cih kirin û dest bi propangandayê kirin ku ev yek ji aliyê gerîla ve hatiye kirin. Tê payin ku HPG li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide.