Li Şemzînanê çalakî û operasyon

Hat ragihandin ku gerîlayên HPG’ê di 1’ê Tebaxê de li dijî qereqola Çemê Kurkê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistine. Agahiyên têkildarî operasyona artêşa Tirk a li Şemzînanê jî zelaltir dibin.

Li gorî agahiyên ku herêmê hatine wergirtin, hêzên gerîlayan di 1’ê Tebaxê de li dijî qereqola Çemê Kurkê ya Şemzînanê ya bi ser Colemêrgê çalakî li dar xistine. Di dema guherandina nobeta leşkeran de çalakî hatiye hatiye lidarxistin, leşkerek hatiye kuştin û hin leşker jî birîndar bûne.

Di heman wextê de li dijî qereqola Bêgijnê jî çalakî hatiye lidarxistin a ku nêzî qereqola Çemê Kurkê ye. Hat ragihandin ku li vê derê jî gelek roket li qereqolê ketine lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Ji aliyê din ve jî agahiyên têkildarî operasyona artêşa Tirk a ku di 30’ê Tîrmehê de li Şemzînanê dabû destpêkirin jî zelal dibe. Li gorî agahiyên ku ANF’ê ji çavkaniyên herêmê wergirtiye artêşa Tirk li gundê Jaro Seraro, Girê Birkaro, sîlsîleya Şehîd Serhildan, Girê Şehîd Zîlan, Girê Xiro û Girê Koordîneyê operasyon daye destpêkirin. Leşkerên taybet ên ku bi helîkopteran xwe bera gundê Seraro dane li vê derê li gundiyê bi navê Medenî dan û ew binçav kirine.

Lê leşkerên Tirk ji ber teqemeniyên ku gerîlayan li vê derê bi cih kiriye, zêde nikaribûye bi pêş ve biçe. Gelek mayîn hatine teqandin, 6 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Leşkerên Tirk ji ber teqemeniyan neçar mane ku vegerin. Artêşa Tirk di 1 û 2’ê Tebaxê de bi paş ve kişiyane.

Piştî operasyonê li hêrêmê êrîşa hewayî hate destpêkirin û li gelek cihên ku sîvîl lê dijîn xisara maddî pêk hat.

Hat ragihandin ku gerîlayan di 1’ê Tebaxê de li dijî Girê Bayê ya li herêma Çarçellayê çalakî li dar xistine.

Tê payîn ku HPG têkildarî van çalakî û operasyonê daxuyaniyê bide.