Li Şemrexê şewata mezin: Mirî û birîndar hene

Li gundên Keleka Çemê Reşan û Dirînê yên Şemrexê şewatê destpê kir û li gundên derdorê belav bû. Hate ragihandin ku mirî û birîndar hene.

ŞEWATA LI ŞEMREXÊ

Şewata ku li gundên Keleka Çemê Reşan û Dirînê yên navçeya Şemrex a Mêrdînê ji ber sedemeke ne diyar destpê kir mezin bû û bi gundan ket.

Gundiyên ku metirsiya şewatê li ser wan heye, li benda destwerdana rayedaran e. Hevşaredara Şemrexê Kûdret Ûçûk got,"Rewş gelekî nebaş e. Me agahî dan qeymeqam, walî û helîkopter ji wan xwest, lê hîn neşandine. Tîmên arkujiyê nikarin dest li şewatê werdin. Arkuj têrê nakin. Divê tavilê bi helîkopteran dest lê bê werdan. Li wir mirov dişewitin."

Piştî ku şewat mezin bû, li gorî agahiyan ji kesên gundê xwe terikandine mirî û birîndar hene.

Hemû arkuj û ambûlansên li Mêrdînê ber bi herêmê ve hatin şandin. Ji ber ku wesayit têrê nekir, ji Amedê û bajarên derdorê wesayit hatin şandin. Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz anî ziman ku şewat gelekî mezin e, mirî û birîndar hene û got, "Gelekî zehmet e ku ji bejahî ve dest lê bê werdan. Divê tavilê ji hewayê ve dest lê bê werdan."