Cenazeyê 3 birayên li Şêladizê winda bûbûn, hate dîtin

Piştî bombebarana balafirên şer ên Tirk bi ser Şêladizê de 3 bira winda bûn. Fikar hene ku her sê bira hatibin qetilkirin. Piştî lêgerîna malbatan a hefteyekê îro danê nîvro cenazeyê her sê birayan hate dîtin.

Balafirên şer ên Tirk beriya 6 rojan (8’ê Nîsanê) gundê Nêrwe Sîto yê bajarokê Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Dihokê bombebaran kirîbû. Di bombebarana artêşa Tirk a dagirker de zirarek mezin li malên gundiyan bûbû.

Piştî heman bombebaranê 3 birayên ji Şeladizê jî winda bûn. Ji wê rojê ve agahî ji hersê birayan nayê girtin. Ev çend rojin malbat û gundî li hersê birayan digerin, lê hîn jî tu agahiyek nehatiye girtin. Hersê birayên bi navê Remezan Mihemed, Tahir Mihemed û Mecîd Mihemed roja bombebaranê li nava zeviyên xwe yên li gundê Nêrwe Sîto kar dikirin.

FIKARÊN ‘KOMKUJIYÊ’

Li gorî agahiyên ku gundiyan dane, dema hersê birayan karê xwe dikir, balafiran herêm bombebaran kiriye. Gundiyan piştî bombebaranê li cihê bûyerê hêstirên hersê birayan û tiştên wan dîtin. Gundiyan gotin ku hêstir di encama bombebaranê de hatine kuştin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku gumana wan heye ku hersê bira jî di encama bombebaranê de hatibin kuştin. 

JI MEDYAYA TIRK DEREWEK DIN

Li aliyê din çapemeniya Tirk dîmeneke ku îdîa dikin yên gerîlayên PKK’ê ne belav kirin. Dîmen ji balafiran hatine kişandin, lê balkêş e ku di dîmenan de gerîla na, gundî xuya dikin. Di dîmenan de gundiyên ku li nava zeviyên xwe hêstirên xwe bar dikin hene. Piştî bombebaranê li heman herêmê hêstir bi awayekî kuştî hatin dîtin, lê gundî winda bûne.

PARÇEYÊN CENAZEYÊ HER SÊ BIRAYAN HATE DÎTIN

Malbata hersê birayan û gundiyên herêmê ku ev nêzî hefteyekê ye lêgerînên xwe didomînin, îro danê  nîvro cenazeyê her sê birayan bi şêweyekî parçe kirî dîtin. Cenaze bi awayekî perçebûyî, li dora gundê Nêrwe Sîto hatin dîtin.

Şêniyên gund, di van kêliyan de hewl didin ku cenazeyên hersê birayan bibin bajaroka Şeladizê. Çav li rê ye ku cenazeyên hersê birayan sibe bi merasîmekê bên veşartin.