Li Şêladizê cenazeyê her sê birayan hate veşartin

Cenazeyê her sê birayên ku di êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a li dijî herêma Şêladizê hatibûn qetilkirin, îro bi merasîmekê hatin veşartin.

Cenazeyê Remezan, Mecîd û Tahîr Mihemed yên birayên hev ku di encama êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk li Şêladizê hatibûn qetilkirin, bi merasîmekê hatin veşartin.

Remezan, Mecîd û Tahîr Mihemed ku pêş hefteyekê di encama êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk de li gundê Nêrwe yê girêdayî navçeya Şêladizê şehîd bûn, duh cenazeyên wan hatin dîtin. Belê ji ber êrîş û bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk nekarîn cenazeyên wan bigirin.

Piştî îro dewleta Tirk destûr da ji bo girtina cenazeyan, gelek welatî û malbatên her sê birayan çûne gundê Nêrwe, cenaze girtin û bi karwanekî mezin anîn Şêladizê. Cenazeyê her sê birayan bi merasîmekê li goristana Şêladizê hatin veşartin.