Li Şaredariya Tûşpayê xwestin HDP’yî ji X-rayê derbas bibin!

Li Şaredariya Tûşpayê ya ku hatiye xespkirin, polîsan xwestin endamên HDP’ê ji X-rayê derbas bibin. HDP’yiyan ev tişt qebûl nekirin.

Li Tûşpaya Wanê ligel ku Hevşaredarên HDP’ê Ayşe Mînaz û Yilmaz Berkî di hilbijartinê de bi ser ketin, bi hinceta KHK’yî ne, YSK’ê mazbata dabûn Salîh Akman ê AKP’yî.

Mînaz duh di civîna meclîsê de ji Akman re gotibû “Hûn diz in.” Îro jî civîna meclîsê bi alozî dest pê kir. Polîsên ku li şaredariyê barîkat danîne, xwestin endamên HDP’ê yên meclîsa şaredariyê ji X-rayê derbas bibin.

HDP’yiyan derbasbûna ji cîhaza X-rayê qebûl nekirin.  Piştî ku polîs ji avahiyê derketin, HDP’yî ketin civîna meclîsê.