Li Şapatanê careke din derketina derve hate qedexekirin

Li gundek, gundikek û 2 taxên Şemzînanê derketina derve hate qedexekirin.

Li gundê Şapatan, gundikê Încesû û taxên Dereboyû û Elde yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê, ji bo 7 rojan derketina derve ji aliyê Walîtiya Tirk ve hate qedexekirin. Beriya niha 27'ê Tebaxê li Şapatanê derketina derve hatibû qedexekirin û heta 3'ê Îlonê dewam kiribû. Walîtiya Tirk a li Colemêrgê diyar kir, ku qedexe ji ber operasyona leşkerî hatiye ragihandin.

Şewata daristanan, ku li cihê derketina derve lê hatiye qedexekirin, ev 13 roj in dewam dike.