Li Îranê pêla binçavkirinê

Piştî êrîşa  li ser Tehranê rejîma Îranê dest bi binçavkirinan kir û li eyaleta Kirmanşahê yê Rojhilat bi kêmanî 41 kes binçav kirin.

Pitşî ku 7’ê Hezîranê çeteyên DAIŞ’ê bi hevdemî êrîş bire ser parlamentoya Tehranê û cihê goristana Xumeynî rejîma Îranê li eyaleta Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê 41 û li Îranê jî bi dehan kes binçav kirin.

Li gorî daneyên fermî piştî êrîşa ku di encamê 17 kes hatin kuştin û 53 kes birîndar bûn rejîma Îranê li bajarên Pawe, Ronser, Selesbawecaniyê yê Kirmanşanê 41 kes binçav kirin. Lê jêderên herême diyar dikin ku zêdetir kes hatin binçavkirin.

Her wiha di serî de li Tehranê li gelek bajarên Îranê jî gelek kes hatin binçavkirin. Nayê zanîn bê ka yên ku hatine binçavkirin birine kû.

Rejîma Îranê beriya êrîşê li Rojhilat li dijî komên DAIŞ’ê û El Qaîde û hevşibên wan ti operasyon nekiribûn û piştî êrîşê bi dehan kes hatin binçavkirin, vê jî pirseke wiha bi xwe re anî: ‘’Gelo li Rojhilatê Kurdistanê rêxistiniya çeteyên wekî DAIŞ’ê bi destê rejîma Îranê tê kirin?’’