Li Îranê li ser jiyana bi dehan kolberên Kurd metirsî heye

Zext û êrîşên rejîma Îranê yên li ser kolberan didome. Hêzên rejîma Îranê êrîşî kolberan kir ku bê bar vedigeriyan malên xwe, ev 2 roj in  rejîma Îranê kolber dorpêç kirine.

Li gorî nûçeya ajansa RojNewsê, beriya 2 rojan li ser sînorê bajarê Serdeştê yê ser bi parêzgea Ûrmiyê ku dibe sînorê Rojhilat-Başûrê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê êrîş birine ser100 kolberên bê bar ku dixwestin vegerin cihê xwe. Li gorî agahiyan rejîma Îranê derdora kolberan dorpêç kiriye û kolber nikarin xwe bigihînin cihên xwe.

Tê gotin ku li gel wan xwarin û vexwarin nîne û heke ev dorpêça ser wan neyê şikandin, wê rewşa wan nebaş bibe û li ser jiyana wan metirsî çêbibe.