Li Îranê girtiya siyasî Sakîne Perwane kete grevê

Siyasetmedara jin a Kurd Sakîne Perwane ku di meha Sibatê de ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin û şande girtîgeha Evînê, ji bo êşa malbata parêzer Ebrû Tîmtîk a li Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da parve bike, kete grevê.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiya siyasî a Kurd Sakîne Perwane ku ji herêma Xoresanê ye 5’ê Îlonê li girtîgeha Evîn a paytext Tehranê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Perwan hefteyeke di greva birçîbûnê de ye. Têkildarî bê ka wê grev çiqasî dom bike ti agahiyek nehat girtin. Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Perwan ji bo êş û xemgîniya malbata parêzer Ebrû Tîmtîk a li Tirkiyeyê di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da parve bike, kete grevê.

Sakîne Perwan a 30 salî, 7’ê Sibata 2020’ê di vegera ji Başûrê Kurdistanê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû girtin.

Dadgeha Şoreş a Îranê jî 17’ê Gulanê 5 sal cezayê girtîgehê li Perwan birîbû.