Li Îranê cezayê girtîgehê li Kurdekî hate birîn
Li Îdrîs Karsazî yê ji bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê 3 sal cezayê girtîgehê hate birîn.
Li Îdrîs Karsazî yê ji bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê 3 sal cezayê girtîgehê hate birîn.
Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku welatiyê bi navê Idrîs Karsazî (47) yê xelkê bajarê Şino ku di meha Hezîrana îsal de hatibû binçavkirin û hatiye girtin.
Heman daxuyaniyê de hate gotin ku di meha Îlona îsal de, Dadgeha Şoreş ya Şino bi tometa ‘endamtî û alîkariya bi hizbên muxalefetê yên dijî Îranê re’ 3 sal ceza li Idrîs Karsazî hatiye birîn.
Hêjayî gotinê ye hêzên Îranê bêyî fermana dadgeh, di Hezîrana îsal de bi ser mala Idrîs Karsazî ya li Şino de girtibûn û ew binçav kiribûn.