Li Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din ê Kurd hate birîn
Dewleta Îranê bi hinceta ku tevlî serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bûye cezayê darvekirinê li Mîhrab Ubdula Zade yê 26 salî yê ji Ûrmiyeyê birî.
Dewleta Îranê bi hinceta ku tevlî serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bûye cezayê darvekirinê li Mîhrab Ubdula Zade yê 26 salî yê ji Ûrmiyeyê birî.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku cezayê darvekirinê li ciwanekî Kurd ê ji Ûrmiyeyê hatiye birîn. Di daxuyaniyê de hate gotin, Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyeyê cezayê darvekirinê li Mîhrab Ubdula Zade yê 26 salî birî ye.
Hêjayî gotinêye ku di Îlona 2022’yan de Mîhrab Ubdula Zade di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate revandin û ji bo girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê hat veguhestin. Piştî çend mehan êşkence û lêpirsînê, ji bo Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê hat veguhestin.