Li Îlamê ji ber teqîna mayînê welatiyekê jiyana xwe ji dest da

Duh li bajarê Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna mayînê welatiyekê jiyan xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) roja Înê li bajarê Îlamê li nêzî sînorê Îran û Iraqê mayînek teqiya, di encama wê de welatiyê bi navê Nadir Beraderan ê 45 salî ku xelkê gundê Kel Kel e jiyana xwe ji dest da.

Li gorî heman nûçeyê hatiye gotin ku di heman bûyerê de welatiyekî din yê xelkê gundê Baba Muradê Asîmanava ya Îlamê ku navê wî nehatiye zanîn jî birîndar bûye.

Hêjayê gotinê ye ku hemû salê gelek welatiyê Kurd ji ber teqîna wan mayînên ku di dema şerê Îran û Iraqê de hatine çandin, jiyana xwe ji dest didin. Heya niha rejîma Îranê ti xebatekê ya paqijkirina erazî ji mayînan pêk neaniye.