3 kes li Îdirê hatin girtin

Li Îdirê ji 9 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, 3 kes hatin girtin.

Li Îdirê 18'ê Kanûnê di serdegirtina malan de Parlamentera berê ya HDP'ê Kizmaz Turkelî, Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder, Hevşaredarê Tozanê Mehmet Gultekîn, Hevserokên berê yên HDP'ê yên Îdirê Oya Malgaz û Cesîm Katar, welatiyên bi navê Vedat Yilmaz, Kadîr Ozsûlar, Adem Kartal, Zubeyde Kaynar, Ayşe Bagiş hatibûn destgîrkirin. Ozsûlar piştî îfadeyê hate berdan, 9 kesên mayî jî doh derxistin pêşberî edliyeyê.

Hevserokê berê yê HDP'ê yê Îdirê Cesîm Katar, Adem Kartal û Vedat Yilmaz bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin, 6 kesên din hatin berdan.