Li Êlihê terora dewletê: 9 kes hatin destgîrkirin
Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê polîsên Tirk avêtin ser gelek malan. Di encamê de 9 kes hatin destgîrkirin.
Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê polîsên Tirk avêtin ser gelek malan. Di encamê de 9 kes hatin destgîrkirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de serdegirtin hate kirin.
Polîsan li navenda bajêr, her wiha navçeyên Hezo û Sasonê avêtin ser malan û 9 kes destgîr kirin.
Li gorî agahiyan kesên hatine destgîrkirin Huseyîn Akîl, Nîzam Arzîk, Firat Barol, Îdrîs Yalçin, Adîl Karakûlak, Şafî Acar; Sertaç Altan, Îdrîs Demîr û Îbrahîm Onar in. Tê gotin hejmara kesên hatin destgîrkirin dibe ku zêde bibe.