Li Êlihê polîsan êrîşê meşa li dijî tecrîdê kirin

Polîsên Tirk ên dagirker li Êlihê êrîşî meşa li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd kirin. Namzedê Hevserokatiya Şaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr hate destgîrkirin. 

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Êlihê, bi armanca protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek pêk anîn.

Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Berivan Helen Işik, hevserokê DBP’ê yê Êlihê Şukru Tapkan, namzedên hevşaredariyê yên HDP'ê yê Êlihê Sabrî Ozdemîr û Songul Korkmaz û endamên partiyê ji bo meşa protestokirina tecrîdê li Rêya Gulistanê li hev civiyan. 

Girse bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê" heta ber avahiya HDP'ê ya li çerxerêya Êlihê xwest bimeşe. Lê belê polîsan pêşî li xwepêşanderan girtin û xwestin meşê asteng bikin.
 
Polîsan diyar kirin ku wê destûrê nedin meşê, lê belê HDP û DBP'yiyan guh nedan polîsan û meşa xwe domandin. Polîsên Tirk êrîş birin ser girseyê û namzedê hevşaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr ji hêla polîsên ku çekên lûle dirêj di destê wan de bû ve hat destgîrkirin.

Piştî êrîşa polîsên Tirk ên dagirker, girse derbasî avahiya HDP'ê bû.