Li Êlihê operasyona qirkirina siyasî: 4 kes hatin girtin

Li Êlihê di operasyona qirkirina siyasî de polîsan girtibûn ser malan û 12 kes destgîr kiribûn. Ji nav van 12 kesan 4 kes hatin girtin.

Li Êlihê di 19 û 20’ê Adarê de di operasyona qirkirina siyasî de 12 kes hatibûn destgîrkirin. Ji nav van 12 kesan 8 kes hatin berdan û 4 kes jî hatin girtin.

Di 19’ê Adarê de li taxên Guneykent, Petrolkent, 19 Mayis, Hîlal, Seyîtler û Beldeyê Mervan Tan, Omer Ekîncî, Mervan Şanli, Mehmet Hîlmî Beyazkoy, Ridvan Îmir, Mehmet Farûk Ekîn, Mehmet Oztekin, Sûat Keskîn hatibûn destgîrkirin û piştre bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1’emîn hatin girtin. Di dadgehê de Ridvan Îmîr, Mehmet Farûk Ekîn, Mehmet Oztekîn û Sûat Oztekîn hatin girtin. Mervan Tan, Omer Ekîncî, Mervan Şanli û Mehmet Hîlmî Beyazkoy jî hatin berdan.

Di 20’ê Adarê de jî li Taxa Seyîtlerê ji heman malbatê Harûn, Abdulsamed, Ayfer û Yasemîn Ogûz hatibûn destgîrkirin û piştre sewqî dadgehê hatibûn kirin.

4 kesên ji heman malbatê bi hinceta ku tevlî merasîma cenazeyê Medenî Ogûz (Rêber Firat) bûne yê ku piştî şerê li Kerborana Mêrdînê ya di 20’ê Mijdara 2020’an de di êrîşa hewayî de şehîd bûbû, hatibûn destgîrkirin. Piştî îfadeya wan a li dozgeriyê her 4 kes hatin berdan.

Hate diyarkirin ku Harûn û Abdulsamed birayê Medenî Ogûz in ên ku di şer de şehîd bûye.