Li Êlihê desteserkirin hate protestokirin

Şaredariya Êlihê hate desteserkirin û dora wê hate girtin. Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran got ku “AKP gefê li tendirustiyê dixwe û dijminatiya Kurdan dike.’ Polîsan 16 kes destgîr kirin.

Polîsan di destê sibê de bi bariyer û maşîneyên zirxî Şaredariya Êlihê dorpêç kirin. Di serdegirtinên hemwext ên malan de, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, bi endamên meclîsa şaredariyê re 12 kes hatin destgîrkirin. Qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, lê heya niha bi awayekê fermî tu daxuyanî nehatiye dayîn.

NEHIŞTIN ENDAMÊN MECLÎSÊ Û XEBATKAR TÊKEVIN ŞAREDARIYÊ

Polîsên ku avahiya şaredariyê kirin dorpêçê, destûr nedan ku karmend bikevin avahiyê. Ligel dorpêça heyî jî, endamên meclîsê û Alîkarê Hevserokê Şaredariyê Nevzat Memcîk hatin ber şaredariyê û diyar kirin ku gelek xizmetên dezenfekte ji holê hatine rakirin û xwestin bikevin avahiya şaredariyê.

Memcik, bertek nîşanî astengiyên polîsan dan û got: “Di van rojên ku şewb heye de, tenduristiya gel di bin talûkê de ye.” Hin welatiyên di ber avahiya şaredariyê re derbas bûn jî, bi van gotinan bertek nîşan dan; “Ma ne şerm e, ev dargirkeriye, li ber şaredariyan divê gel hebe ne polîs.”

‘AKP DIJMINATIYA KURDAN DIKE Û GEFÊ LI TENDIRUSTIYÊ DIXWE’

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û endamên partiyên hatin ber avahiya şaredariyê û bertek nîşanî ablûkeyê dan. Başaran a ku bertek nîşanî polîzan da wiha got: “Em ji we zêdetir tenduristiya gel difikirin. AKP gefan li tenduristiya gel dixwe. AKP êdî bûye pirsgirêka tenduristiya gel. AKP dijminê Kurdan e. Hemû kesên li vê derê dibin amûrê vê yekê. AKP darbekar e. Yên ku îro dikenin, teqez wê rojekê li ber hiqûqê hesab bidin.”

16 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Polîsên ku lepik xistibûn destên xwe û rûpoş li ber rûyên wan êrîşî welatiyan kirin û derp kirin. Di êrîşê de polîsan Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Omer Kûlplû û Fatma Ablay jî di nav de 16 kes destgîr kir.