Li Êlih û Mêrdînê 6 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li navçeyên Êlih û Mêrdînê avêtin ser malan û 6 kes destgîr kirin. Di nava kesên hatine destgîrkirin de hevserokên HDP'î jî hene.

Serdegirtin li navçeya Hezo ya Êlihê û navçeyên Dêrik, Stewr û Mîdyatê yên Mêrdînê pêk hat.

Li Hezoyê hevserokên HDP'ê yên navçeyê Berjîn Altan û Omer Emen hatin destgîrkirin.

Li Dêrikê Hevseroka HDP'ê ya navçeyê Selma Ozan hate destgîrkirin, deriyê mala wê hate şikandin û alavên li hundir bi rengekî kêfî ji hev hate xistin.

Li taxa Evîna ya Stewrê jî avêtin ser mala Dersim Yavûz. Yavûz ji aliyê jendermeyan ve hate destgîrkirin.

Li Mîdyatê Seroka Komeleya Jinê ya Suryanî Teodora Ozdemîr û Serokê Komeleya Yekîtiya Suryanî ya Mêrdînê Yûhanna Aktaş hatin destgîrkirin.