Li Çewlikê terora polîsan: 9 kes hatin destgîrkirin

Li Çewlikê polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê û gelek malan. Di serdegirtinan de 9 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser avahiya HDP'ê ya Çewlikê. Polîsan bang li Hesabgirê HDP'ê yê Bajêr Yaşar Yûrtsever kirin û li avahiyê lêgerîn kirin. Her wiha dest danîn ser gelek ewraqên li avahiya HDP'ê ya bajêr.

Polîsên Tirk her wiha li navenda bajêr û navçeya Solxanê avêtin ser gelek navnîşanan. Di serdegirtinê de 4 jê li navçeya Solxanê 9 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hatin destgîrkirin. Ji endamên Meclîsa Ciwanan Firat Bûlût li malê, Mehmet Nûrî Mert jî li kargehê hatin destgîrkirin. Hate ragihandin, serdegirtina li Çewlikê dewam dike. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Çewlikê.

KAYA: AKP DIHELE, DIXWAZE TOLÊ HILÎNE

Hevserokê HDP'ê yê Çewlikê Veysel Kaya got, "Demokrasî û pirdengiyê qesr aciz kir. AKP dihele. Ji ber vê yekê dixwaze tolê ji HDP'ê hilîne ku HDP di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi ser ketibû."