Li Çewlik û Xarpêtê dijî tecrîdê çalakî hatin kirin

Li Çewlik û Xarpêrê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û berxwedana li zindana hate slavkirin. Hate gotin divê tecrîda demildest rabe.

Rêxistina Navçeyê ya navçeya Kanîreşê ya HDP'ê ya Çewlikê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grêva briçîbûnê ya li zindanan ku li dijî tecrîdê didome, daxuyaniya çapemeniyê da. Çalakî li ber avahiya partiyê hate kirin û pankarta bi nivîsa, ''Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, demildest tecrîdê rakin'' hate vekirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr xwest ku zûzûka daxwazên girtiyan werin bicihanîn û got, ''Daxwazên girtiyan biheq, hiqûqî û rewa ne. Ji ber vê demildest divê tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe.''

XARPÊT

Li ber avahiya partiyê ya Rêxistina Navçeya Karakoçan a HDP'ê ya Xarpêtê jî çalakî hate kirin. Hevserokê Navçeyê Veysî Saritag got, ''Divê dîsa hevdîtin dest pê bike, tecrîda ku tesîra xwe li ser hemû gelan dike were rakirin.'' Saritag her wiha bang kir ku her kes li ser vê mijarê baldar be, ji bo ku grêva birçîbûnê girantir nebe her kes bi peywira xwe rabe.