Li Çemçoyê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin
Di çalakiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de ya li qada Çemço ya Zapê, leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin.
Di çalakiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de ya li qada Çemço ya Zapê, leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"Di çalakiya hêzên me de ya li Zapê, dagirkerek hate cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên grîla 6 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
3'ê Çileyê saet di 08:50'î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li nêzî qada Çemçoyê xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
2 û 3'ê Çileyê Qada Gundê Deşta Kafya ya Garê û derdora Gundê Bêşîlî yê Metînayê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
3'ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemço û nêzî gundê Sîdayê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."