Li Çemçemalê şewat: 7 kes ji malekê mirin
Li navçeya Çemçemalê ya bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê, ji ber sobeya elektrîkê şewat bi xaniyekî ket. 7 kesên ji malbatekê ji ber şewatê mirin.
Li navçeya Çemçemalê ya bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê, ji ber sobeya elektrîkê şewat bi xaniyekî ket. 7 kesên ji malbatekê ji ber şewatê mirin.
Li navçeya Çemçemalê ya bajarê Silêmaniyeyê doh bi şev li malekê ji ber sobeya elektrîkê şewat derket.
Dema ku agir bi xênî ket, malbat razayî bû. Ji ber gaza karbon monoksîtê 7 kesên ji wê malê mirin ku 4 jê zarok in.
Cenazeyên 7 kesan rakirin Morga Tipa Edlî.