Li Çemçemalê gelek kes hatin binçavkirin

Piştî îlana qedexeya derketina derve, hêzên polîsan li bajarê Çemçemal a Başûrê Kurdistanê gelek kes binçavkirin.

Çalakiyên gelê Başûrê Kurdistanê yên bi armanca protestokirina polîtîkayên hikûmetê dayî destpêkirin her ku diçe belav û mezin dibe.

Di encama êrîşên hêzên asayişê yên îro li Ranyayê de 6 kes jiyana xwe ji dest dane, 103 kes jî birîndar bûne. Her wiha li Kelarê jî kesek jiyana xwe ji dest da, 19 kes jî birîndar bibûn.

Yek ji navnîşana herî zêde çalakiyên protestoyê lê geş bû Çemçemal bû. Piştî îlana qedexeya derketina derve ya ji aliyê rêveberan ve hate ragihandin û şûnde, polîsan gelek kes binçav kirin.