Li Çelê li dijî artêşa Tirk çalakî: 4 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk ên ku bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonê kiribûn, 2 çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa Tirk ên ku bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonê kirine çalakî lidar xistin. Vê sibehê saet 09:00’an li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Şehîd Botan ên li Girê Koordîne û heman silsileyê ya xeta Çelê cih digire çalakiyekî bi teqemeniyan lidar xistin. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Tankera avê ya li deverê jî di çalakiyê de hate rûxandin.

Îro di saet 11:40’an de jî çalakiyekî din pêk hat. Li Qela Bedewê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiyekî bi sekvaniyê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de jî leşkerek hate kuştin.