Li Çelê derbên giran li artêşa Tirk hate xistin

HPG’ê ragihand ku 11’ê Hezîranê saet 10:00’an, di çalakiya li dijî Girê Koordîne yê navçeya Çelê û Colemêrgê lidar xistin de, 10 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî çalakiyên gerîlayan agahî parvekir: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me 11’ê Hezîranê saet 10:00’an, li dijî çeperên leşkerên artêşa Tirk a Girê Koordîne ya navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xistine. Di encamam lêxistina xurt a hêzên ma li çeper, konteynir û leşkeran de, konteynira ku cebilxane li nav bû hate îmhakirin, her wiha gelek çeper jî hatin rûxandin. Di çalakiya qasî saetek dom kir de 10 leşker hatine kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk saet 11:20’an, derdorî xwe bi balafirên şer, obus û hewanan bomberdûman kirine. Dîsa leşkerên Tirk bi skorsky kuştî û birîndarên xwe ji gir rakirin.

Hêzên me disa di çarçoveya heman çalakiyê de 11’ê Hezîranê saet 09:45’an de hêzên me yekîneyên girêdayî artêşa Tirk a li derdorî Girê Şehîd Zekî yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê kirin hedef. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin.

LI DIJÎ BAREGEHA LEŞKERÎ YA GABAR A TRT’Ê ÇALAKÎ

11’ê Hezîranê saet 08:40’an, li dijî Barageha Leşkerî ya Gabar a TRT’ê ya li girêdayî Gabar a Şirnexê çalakiyek lidar xistine. Hêzên me li vir ji sê baskan ve çeper û kozikên leşkerên Tirk kirin hedef, her wiha yekîneyên ku bi hewara leşkeran jî hatin ew jî bûn hedefa gerîlayan. Di çalakiya ku şerkî dem kurt rû da de, gelek çeper hatin derbkirin, bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin.

WESAYÎTA KONTRA LI NAV BÛ HAT HEDEFKIRIN

11’ê Hezîranê saet 10:00’an hêzên me li devera Poîraşînê ya di navbera navçeya Çelê ya û navenda Colemêrgê xwestin wesayîtekî kontra li nav bûn bidin rawestandin. Hêzên me yên ku xwestin wesayît raweste, li ser nerawestînê gule li ser reşandin; di encamê de wesayît ji rê derket. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên kontra nehatin zelalkirin.

LI HÊNÊ ŞER

6’ê Hezîranê saet 22:00’an, hêzên me li derdorî Gundê Dernan ê girêdayî Hênê ya Amedê rastî leşkerê artêşa Tirk hatine, li vir şer rû daye. Piştî şerê ku qewimî, balafirên şer û helîkopterên Kobra qad bomberdûman kiriye. Di encama bomberdûnanê de hevrêyê me Qehreman bi birîndarî dikeve destê dijmin. Artêşa Tirk 7’ê Hezîranê li qadê dest bi operasyonê kirine, operasyon heman rojê saet 20:00’an vekişiyaye.

LI MADÛRA YÊ ARTÊŞA TIRK DERKET OPERASYONÊ

11’ê Hezîranê saet 08:10’an, artêşa Tirk bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov li Madûr a li Herêma Çemço ya navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyonekê kirine. Hêzên Tirk li Gundê Çîçeklî û Kûpkarê zext û zordariyê li welatiyên gund dike. Her wiha leşkerên Tirk welatiyên ku debara xwe bi lawirvaniyê ve dibin serî, ji zozanan derdixin. Operasyon heman rojê di saetên şevê de bê ku encamekê bigire vekişiyane.

BI OBUS Û HEWANAN ÊRÎŞÎ SIVÎLÊN LI ZOZANAN HATIN KIRIN

11’ê Hezîranê saet 23:00’an, artêşa Tirk ji qereqola li Gundê Osyan a girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê, bi obus û hewanan welatiyên li hermêa Şehîd Resûl bi cih bibûn bomberdûman kirine.