Li Çelê çalakî: 2 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xist. HPG’ê got di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

LI NAVÇEYA ÇELÊ WESAYÎTA LEŞKERÎ HATE RÛXANDIN: 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê got; “Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 28’ê Tebaxê saet 12:30’an li dijî wesayîta leşkerî ya artêşa TC’ê ya dagirker li ser rêya dinavbera girê Şehîd Gulbaha û Şehîd Zekiye yên navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xist. Bi serketî li wesayîta dijmin hate xistin, wesayît hate rûxandin, 2 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi top û hawanan herêm bombebaran kir û kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Roja 29’ê Tebaxê saet navbera 13:00 û 14:00’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li derdorê gundê Siyanê, Guzê û Şêranê yên herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di van bombabranan de tiştek bi hêzên me nehatiye lê li herêmê şewat derket.”