Li 5 girtiyên Behdînanê cezayê girtîgehê hat birîn
Dadgeha Hewlerê cezayê girtîgehê li 5 girtiyên Behdînanê birî.
Dadgeha Hewlerê cezayê girtîgehê li 5 girtiyên Behdînanê birî.
Di Kanûna 2020’an de li Behdînanê 5 çalakvanên ji Şêladizê ji aliyê PDK’ê ve bi hinceta “ewlekariya neteweyî binpê kirine” hatibûn girtin. Dadgeha Hewlêrê îro biryara xwe ya dawî da û 2 sal cezayê girtîgehê li her girtiyekî birî.
Parêzerê Girtiyên Behdînan Ramazan Ersîn diyar kir ku 5 aktivîst di 17’ê mehê de hatibûn girtin, dadger jî biryar da ku ew girtî bi şert werin berdan. Ersîn got ku ji bo vê yekê divê piştî mehek din her 5 girtî werin berdan.
Li gorî qanûna serbestberdana bi şert a Dadgeha Herêma Kurdistanê ji çaran 1 ceza tê kêmkirin. Li gorî vê biryarê 2 sal ceza dibe 18 meh.
Navê her pênc girtiyên ku ceza lê hatîn birîn:
Mihemed Nacî Sedîq: Di 9’ê Kanûna 2020’an de hatiye girtin.
Kovan Tariq Cîbraîl: Di 9’ê Kanûna 2020’an de hatiye girtin.
Yusif Şerîf Îbrahîm: Di 9’ê Kanûna 2020’an de hatiye girtin.
Ehmed Yusif Mistefa: Di 14’ê Kanûna 2020’an de hatiye girtin.
Nêçîrvan Behdî Hacî: Di 14’ê Kanûna 2020’an de hatiye girtin.