Leyla Guven nehate berdan - NÛ BÛ

9. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku Leyla Guven girtî bimîne.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 49 roj in di greva birçîbûnê de ye, nehate berdan.

Rûniştina doza li Guven hate vekirin, li 9. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat.

Guven ku 49 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, tevlî rûniştinê nebû. Kesên tevlî rûniştinê bûn: "Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Selçûk Mizrakli, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Semra Guzel, Ebrû Gunay, Meral Daniş Beştaş, Salîha Aydenîz, Mûsa Farisogûllari, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Remziye Tosûn, Tayîp Temel, Omer Farûk Gergerlîoglû, Hişyar Ozsoy, Îmam Taşçier, aktîvîstên TJA'yê, Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onûr Hamzaoglû û zarokên Guven."

SEROKÊ DADGEHÊ YÊ KU BERÊ BIRYARA BERDANÊ BÛ, HATE GUHERTIN

Di rûniştina dozê de, serokê dadgehê yê ku beriya niha biryara berdana Guven dabû hate guhertin.

Dozgeriyê xwest, Guven girtî bimîne.

Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku ji destpêka dozê ve pîvana darizandina adîl hatiye binpêkirin û bi bîr xist ku ne tenê Guven her wiha Îdrîs Balûken û siyasetmedarên din jî tên darizandin.

Yalçindag diyar kir, dosya hiqûqî nîne, siyasî ye û got, "Dadgeh bi wê erkê radibin ku siyaseta Kurd bi rê û rêbazên cuda ji holê rake."

Yalçindag bi bîr xist, wekîlê CHP'yî (Enîs Berberoglû) tevî ku hikum xwar jî hate berdan û bernedana Guven rexne kir. Yalçindag diyar kir ku wê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.

Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak û Şivan Cemîl Ozen jî xwestin, mexdûriyeta hiqûqî ya ku rê li ber hatiye vekirin, ji holê bê rakirin.

RÛNIŞTIN HATE TALOQKIRIN

Heyeta dadgehê bi îdîaya "gumana xurt a sûc" biryar da ku Guven girtî bimîne. Rûniştina dozê ji 25'ê Çileya 2019'an re taloq kir.