Leyla Guven: Ez bi serketinê bawerim

Jinên EHP'î û femînîst serdana Leyla Guven kirin. Leyla Guven got, "Heta ku tecrîd bi dawî nebe em nikarin li ser tiştekî din biaxivin. Baweriya min bi serketina çalakiyê heye."

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 112 roj in di greva birçîbûnê de ye. Serdanên ji bo piştgiriya bi Guven re dewam dikin.

'HETA KU TECRÎD BI DAWÎ NEBE AXAFTIN LI SER TIŞTEKÎ DIN NABE'

Jinên ji Partiya Tevgera Kedkar (EHP) û femînîstên Tirkiyeyî serdana Guven kirin. Guven di dema serdanê de axivî û diyar kir, çalakiyên ku ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re tên kirin hêzê didin wê. Guven got, "Heta ku pirsgirêka Kurd li vî welatî weke pirsgirêka bingehîn bimîne, em nikarin li ser pirsgirêkên din biaxivin. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên gelekî giran hene. Hemû jî bi hev ve girêdayî ne."

Guven bi bîr xist, çalakiya greva birçîbûnê ji bo bidawîbûna tecrîdê dest pê kir û got, "Heta ku tecrîd bi dawî nebe em nikarin li ser pirsgirêkên din biaxivin. Lewma divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Bi piştgiriya we ev çalakî mezin bû. Em îro li vir in, lê belê sibe dibe ku hevalên din vê berxwedanê bidomînin. Ya girîng xeleka li dora vê çalakiyê û piştevanî ye. Ji ber vê yekê ez piştevaniyê gelekî girîng dibînim."

Leyla Guven diyar kir, ew bawer e ku çalakiyên greva birçîbûnê wê bi ser bikevin û got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê nikare hîn bêhtir bêdeng bimîne. Tiştekî ku em ji dest bidin nîne. Ji xwe me berdêl dan pêş çavên xwe û dest bi vê berxwedanê kir. Ez li her tiştî fikirîm û piştre min dest bi vê çalakiyê kir. Di nav de mirin jî dikare hebe. Ya rast, ez zanim ku ev çalakiya min wê rê li ber nemirinê veke. Hûn piştgiriyê didin, ev çalakî zûdeyî bi ser ketiye."

'DIVÊ EM BIBÎNIN; HER KES TECRÎDKIRÎ YE'

Guven bal kişand ser êrîşa 15'ê Sibatê ya polîsan a li dijî wekîlên HDP'ê yên dixwestin bimeşin, her wiha dorpêçiya polîsan a li dora mala wê jî bi bîr xist û got, "Hêzên serdest ji berê ve li lpêşberî şoreşgeran bêçare mane. Şoreşgeran kengî berxwedan geş kirin û veguherandin serhildanên bi heybet, wê çaxê neçar man ku gavan biavêjin. Divê em felsefeya Che Gûevara ji bîr nekin. Li welatekî şoreş pêk were jî, ji bo pêkanîna şoreşê berê xwe dide welatekî din. Dibe ku Birêz Abdullah Ocalan tecrîdkirî be, lê belê divê em bibînin ku her kes tecrîdkirî ye."

'EZ BI SERKETINÊ BAWERIM'

Leyla Guven anî ziman, çalakî wê bi ser bikeve, gelên Tirkiyeyê wê di nava aştiyê de bijîn û got, "Faşîzm wekî din çawa dikare bê têkbirin? Vê çalakiyê asta tecrîdê ya li Tirkiyeyê raxist pêş çavan. Li zindanan di asteke bilind de mafên mirovan tên binpêkirin. Berxwedana li zindanan gelekî hêja ye. Hevalên me bi berxwedana xwe polîtîkayên qedexekar hemû têk birin. Ez bi serketina vê çalakiyê bawerim."