Leyla Guven bi şertê kontrola edlî hate berdan
Hevserok KCD’ê Leyla Guven a ku 4’ê Nîsanê hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Hevserok KCD’ê Leyla Guven a ku 4’ê Nîsanê hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a 4’ê Nîsanê li gundê Amara ya Xelfetiyê ya Rihayê piştî pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gund dema ku vediqetiya hate binçavkirin, anîn Dozgeriya Rihayê.
Guven a ji ber ku beşdarî bernameya 4'ê Nîsanê bû bi îdîaya "propagandaya rêxistinê dike" hate binçavkirin, piştî îfadeyê bi şerta kontrola edlî bê berdan sewqî dadgehê hat kirin.
Dadgehê bi şertê kontrola edlî Guven berda.