Leyla Guven 160 roj in di greva birçîbûnê de ye

Hevberdevka Delegeyên Amedê ya KCD'ê Zelal Bîlgîn: Bicihhatina daxwazên mafdar û rewa yên Leyla Guven wê bike ku Tirkiye demokratîk bibe û gelên Tirkiyeyê bibin xwedî atmosfereke aştî û aramiyê.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 160 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Hevberdevka Delegeyên Amedê ya KCD'ê Zelal Bîlgîn ku li ber Guven e, ji ANF'ê re qala berxwedana Guven kir.

Bîlgîn diyar kir, ew ji berxwedana Guven hînî gelek tiştan bûne û got, "Em hîn dibin bê bi nasnameya jinê têkoşîn çawa tê dayin. Beriya her tiştî em hînî sebrê dibin. Berxwedanê pênc meh li pey xwe hişt, ne tiştekî hêsan e. Em qala jiyanekê dikin ku timî li heman cihî bi xwarina xwê û şekir didome. Xwedî îrade û biryardariyeke bi vî rengî ye ku heta bicihhatina daxwazên wê dikare vê rewşê bidomîne. Em jî bi rêya vê berxwedanê hînî cewherê dibin. Em qala siyasetmedareke jin dikin ku bi hînbûna cewhera bawerî û felsefeyê, jiyana xwe bi vê cewherê re ava dike. Nasnameya cewherî, têkoşîna cewherî û nêrîna cewherî hînî me dike."

'BANDOR LI HER KESÎ KIR'

Bîlgîn bi bîr xist, gelek kes heta niha hatine serdana Leyla Guven û di her serdanê de wê bandor li her kesî kiriye û got, "Têkiliya wê ya bi mirovan re gelekî mezin e, ku êş û kêfxweşiya li derveyî xwe hîs dike. Telefonên ji bo wê bênavber tên. Mirovên ku Leyla Guven tenê kêliyekê dîtine jî dixwazin careke din bên dîtina wê. Ji ber ku Leyla Guven li êşa mirovan guhdarî dike û dikare fêhm bike. Siyasetmedarek e ku teqez ji êşên mirovan re çareseriyê dibîne. Têkiliya ku li ser vê yekê datîne, têkiliyeke li ser nirxên însanî ye. Lewma mirov dibin heyranê wê. Di jiyana me de gelek tişt diguherin û wê hîn jî biguherin. Şahidiya ji vê îrade û têkoşîna wê re, ji bo me hemûyan cihê serbilindiyê ye."

'BALA WÊ LI SER BERXWEDANA LI ZINDANAN E'

Bîlgîn da xuyakirin, Leyla Guven heta jê tê rojeva giştî dişopîne û got, "Ji aliyekî ve dixwaze tevgera civakî ya ku vê berxwedanê rê li ber veke, bişopîne. Bala Birêz Guven herî zêde li ser zindanan e. Bi taybetî tenduristiya berxwedêran meraq dike. Ji ber ku niha bêhiqûqiyeke mezin tê kirin. Ji xwe li zindanan mafên mirovan tên binpêkirin. Timî tiştan li ser zindaniyan ferz dikin. Bi grevên birçîbûnê re ev gelekî zêde bû. Bersiv ji pêwîstiyên çalakgerekî greva birçîbûnê re nayê dayin. Bêyî ku yek li ber be, çalakger li hucreyên yekkesî tên bicihkirin. Birêz Guven van hemûyan dişopîne. Heta ku jê tê van mijaran şîrove dike û bi fikar e. Ji xwe ji ber ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş e, timî pêwîstiyê bi xewê dibîne."

'MIRINA CIWANAN BANDOREKE GIRAN LÊ KIR'

Bîlgîn bal kişand ser bandora çalakiyên fedayî yên li girtîgehan li ser Guven û got, "Destpêkê me agahiya Zulkuf Gezen wergirtibû. Piştî vê agahiyê, qonaxeke nû dest pê kir ku tenduristiya wê bêhtir nebaş bû. Ev agahiyên ji zindanan hat bandoreke giran li ser psîkolojiya hevala Leyla kir. Dîtina mirina mirovên ciwan, bandoreke giran li wê kir ku dayikek e, jinek e, berxwedêrek e. Ji ber ku Leyla Guven ji bo her kes bijî û kes nemire, dest bi vê çalakiyê kir û yek biyek li malbatên mirovên li girtîgehan difikire. Birêz Guven piştî çalakiyên li zindanan daxuyaniyek da. Diyar kir ku berxwedanek heye û divê her kes li dora vê berxwedanê bicive. Ev berxwedan îrade û hêzeke welê mezin e ku jiyana hev diparêze.

Bicihhatina daxwazên mafdar û rewa yên Leyla Guven wê bike ku Tirkiye demokratîk bibe û gelên Tirkiyeyê bibin xwedî atmosfereke aştî û aramiyê. Têkoşînek heye ku berê wê li azadiyê ye û berdêlan dixwaze. Dema ku her kes li dora vê têkoşînê civiya, wê hingî serketin nêz be."