Leşkerên Tirk û cerdevan agir bi daristanan dixin û daran dibirin

Li herêma Besta ya Şirnexê leşkerên Tirk agir bi daristanê xistin û cerdevan jî daran dibirin.

Li herêma Bestayê ya ku di navbera Şirnex û Sêrtê de ye, di 12’ê Tîrmehê de agir bi daristanê hatibû xistin û şewata li qadê didome. Li vê qada ku leşkerên Tirk operasyon dane destpêkirin, şewat nayê tefandin. Şewat çend roj berê dikira bitefiya lê helîkopteran gule reşand û şewatê dîsa dest pê kir.

Şewat ji Şirnexê heta Sêrtê ber bi Çiyayê Herekolê didome. Li vê derê daristanên gur hene.

Ji ber şewatên ku artêşa Tirk agir bi qadan dixin heta niha bi deh hezaran donim daristan bûne xwelî.

Li herêmê cerdevan darên sedsalî dibirin, li kamyonan dikin û difiroşin.

Ji bo projeya rêya Şirnex-Wanê ya ku ji Bestayê derbas dibe, heta niha bi deh hezaran dar hatin birîn.