Leşkerên Tirk êrîş birin ser karkerên di çalakiyê de ne

Jendermeyên Tirk êrîş birin ser karkerên Ozak Tekstîlê yên di çalakiyê de ne. Di encama êrişê de nêzî 20 kes hatin binçavkirin.

Li Rihayê karkerên ku di Ozak Tekstîl de ya li 1’emîn Herêma Sanayî ya Organîze (OSB) dixebitin, li dijî zext, gef û derxistina ji kar çalakiya berdana kar dan destpêkirin. Leşkerên Tirk di roja 10’an a çalakiyê de êrîşî çalakvanan kir.

Karker hatin OSB’ê ya li dervey bajêr û xwestin biçin ber febrîqeya Ozak Tekstîlê. Cendirme îro jî li pêşiya karkeran bûn asteng.

Ketin û derketin bi bariyeran hatin girtin. Bi gotina “qedexe ye” nehiştin ku karker bikevin baxçeyê febrîqeyê. Karkeran nerazîbûn nîşan da ku servîsên kargehê bêyî asteng diketin hundir. Karkeran xwest pêşiya servîsan bigirin, lê cendirmeyan êrîşî wan kir. Di êrîşê de nêzî 20 kes hatin binçavkirin ku nûnerên Sendîkaya Karên Tekstîl, Dirûn û Çerm a Yekgirtî (Bîrtek-Sen) jî di nav de bûn.

Karkerên din êrîş bi çepik û berzkirina dirûşmeyan şermezar kirin û hîna li ber febrîqeyê sekinîn.