Leşkerên Tirk ên dor li gund pêçand, ketin bin konan

Leşkerên Tirk ên ku dor li gundê Hespistê pêçandine, kon li vî gundî vedan û ketin bin.

Li gundê Hespistê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê, 24'ê Kanûnê bi îdîaya 'îxbarê' ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirkr ve operasyon hate destpêkirin.

Bi operasyonê re ketin û derketina ji gund hate astengkirin. Ev qedexe piştî demekê bi dawî bû, lê belê dorpêça leşkerî ya li ser gund 5 roj in dewam dike.

Li gorî agahiyan leşkeran li nava gund û li pêşiya gund kon vedane, ketine bin kon û dorpêça li ser gund dewam dikin.

Gundiyan diyar kirin ku ew bi fikar in û bang li raya giştî kirin ku bala xwe li ser mijarê be.