Leşkerên Tirk ên derketin operasyonê agir berdan daristanê

Piştî ku bejahiya gundê Derxurt ê Licê hate bombekirin, helîkopteran gelek leşker danîn gundikê Dewaxey ê ser bi Xosorê û dest operasyoneke berfireh li herêmê dest pê kir.

Li navçeya Licê ya Amedê, operasyonek berfireh dest pê kir. Li bejahiya navçeyê bi helîkopteran leşker hatin danîn. Duh bi helîkopterên bi tîpa kobra bejahiya gundê Derxustê hate bombekirin û dîro danê sibehê jî helîkopteran leşker danîn derdora gundikê Dewaxey ê ser bi gundê Xosorê yê li bakurê Licê.

Leşkerên li bejahiya vê herêmê belav bûn, agir berdan daristanê. Gundî dibêjin ew nikarin biçin bostanên xwe û nikarin heywanên xwe biçêrînin.

Gundiyan gotin, operasyonê danê vê sibehê dest pê kiriye û gav bi gav dorfireh dibe.