Leşkerên Tirk ên dagirker li Xozatê daristanê dişewitînin

Li Xozata Dêrsimê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji helîkopterê gule reşand û ji ber vê jî agir bi daristanê ket.

Li gundên Derekoy û Gedîklera Xozata Dêrsimê duh nîvro agir bi daristanê ketibû û şewat hê jî didome.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin duh nîvro leşkerên Tirk ên dagirker ji helîkopterê gule li qadê reşand û ji ber vê jî agir bi daristanê ketiye.

Hate diyarkirin şêniyê herêmê ji bo tefandinê çûne qadê lê bi hinceta ku ew der ‘herêma ewlekariyê ya taybet e’ leşkeran şênî asteng kirine.

Şewata li daristanê ya ji ber operasyona leşkerî didome.