Leşkerên Roj li gel dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê de tev digerin

Derket holê beşek ji Leşkerên Roj ên diyar kirin ku yekane armanca wan parastina Kurdistanê ye, li dijî PKK’ê şer nakin, cihê xwe di êrîşên dagirkeriyê ya li Garê de girtin û bi dewleta Tirk re hevkar tevger dikin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji çavkaniyê xwecihî girtî, beşek ji hêzên leşkerên Roj cihê xwe di êrîşên dagirkeriyê ya Garê de girtine û bi dewleta Tirk re hevkar tevdigerin.

Beşek ji leşkerên Roj ên berî niha daxuyanî dabû, diyarkiribûn ku yekane armanca wan paratina Kurdisanê ye û li dijî PKK’ê şer nakin, erêkirine ku di êrîşên dagirkeriyê de cihê xwe bigirin.

Bi taybet beşek ji hêzên Leşkerên Roj ên ji Rojava ji xeta welatparêziyê derketine û ber bi çetebûnê ve çûne, hate ragihandin ku tevlî êrîşên dagirkeriyê bûne.

YÊN TEVLÎ ÊRÎŞAN NABIN JI ERKÊ TÊN GIRTIN Û LI ŞÛNA WAN PDK’IYAN BICIH DIKIN

Çavkaniyan anî ziman ku ji hêzên Leşkerên Roj ên di nava xwe de bi nakok in, beşên ku qebûl nakin tevlî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Garê daye destpêkirin, bibin, ji erkê tên girtin, li şûna wan pêşmergeyên PDK’î tên bicihkirin.

Roja 10’ê Sibatê ku êrîşên dagirkeriyê destpê kir, komeke ji 6 kesan ên leşkerên Rojê li nuqteya Şermîn a ketina bajarokê Bakirman a Akrê ya Başûrê Kurdistanê bicih bûbûn.