Leşkerên Îranê li ser sînor ciwanek kuştin

Li gundê Kendalokê yê ser bi navçeya Gever a Colemêrgê, şevê din bi guleyên leşkerên Îranê ciwanek hate kuştin.

Li gorî agahiyên ku gundiyan dane; leşkerên Îranê şevê dİN bi derengî li Kamûran Firat (24) reşandine. Dema ku leşkerên Îranê li Firat reşandin, ew li hêla Tirkiyeyê ya wî çemî dima ku sînorê Îran û Tirkiyê diyar dike.

Li gel hemû mudaxleyên li nexweşxanê jî Firat jiyana xwe ji dest da. Xizmên Firat ên ku li hewşa nexweşxanê kom bûn gotin, li gel ku Firat sînor derbas nekiribû jî leşkerên Îranê lê reşandin û ew kuştine.

Cenazeyê Firat wê îro were veşartin.