Leşkeran xanî şewitand, walî got, 'qezayeke munferît e'

Piştî ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû li Wanê civîna 'ewlehiyê' çêkir, leşkerên Tirk ku ketin gundê Mollatopuz û mala gundiyekî bi navê Îsmaîl Candemîr şewitandin.

Li navçeya Qerqelî ya Wanê leşkerên Tirk ên ku bi hinceta 'îxbar heye' ketin gundê Mollotopuzê anons kirin û xwestin gundî derkevin derve. Leşkerên ku dixwestin  mala Îsmaîl Candemîr seh bikin bombeya mijê avêtin malê. Bombe bû sedema şewatê û mal hemû şewitî.

Li gorî agahiyan li gel ku gundiyan û mûxtaran gotin ziyanan nedin malan jî Fermandarê Jendermeyan got, "Heta ku ez vê malê neşewitînim dernakevim." Leşkeran piştî ku gef li gundiyan xwarin bombeyên destan û mijê avêtin malê. Piştre leşkeran demeke dirêj li malan geriyan, bêyî ku kesek were binçavkirin ji gund derketin.

WALÎ: BÛYEREKE MUNFERÎT E

Derbarê bûyerê Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Adem Geverî got ew bi Waliyê Wanê Mûrat Zorluoglu re axiviye û Walî jê re gotiye, ‘’Ev operasyon di nav çarçoweya operasyona dij terorê hatiye kirin. Tiştên ku bûne qezayeke takekesî ye. Em ê mexdûriyeta welatiyên xwe çareser bikin, xeman nexwin.’’

Geverî agahiyên ku ji gundiyan standî wiha got: "Leşker piştî nîvro gund dorpêç dikin. Bi hinceta 'îxbar heye' gundiyan ji malên wan derdixin. Dibêjin, 'em ê malê seh bikin' û bombeya mijê davêjin mala Ismaîl Candemîr. Muxtar dengê xwe li leşkeran dike da ku bombeyan navêjin, dibêje, 'bihêlin ez biçim hundir, kî li hundir hebe ez derxînim' lê guh nadinê. Ji ber ku ti bingeha îxbarê nîn e piştî şewatê kesek ji mal dernayê. Sibe ez bi xwe ez ê biçim gund û li mijarê vekolim."

LI GUND OPERASYON DIDOME

Geverî diyar kir ku hê jî li ser gund dorpêç heye. Geverî got, "hê jî operasyon didome û ji bo vê jî nehiştin em têkevin gund. Sibe bi şandeyekê em ê biçine gund."