Leşkeran şeş gundên Cizîrê 10 roj in dorpêç kirine

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şeş gund bi hinceta 'îxbarê' 10 roj in ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin.

Li gorî agahiyan gundên Cinibrê, Nehribê, Biyakopkê, Batilê, Sirsirkê, Gozikê yên Cizîrê 10 roj in dorpêçkirî ne.

Ji bo vê terora leşkerî 'îxbar' weke hincet hate nîşandan. Ketin û derketina gundan hatiye asêkirin. Mirov di Lêgerîna Agahiyê ya Giştî (GBT) de têne derbaskirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, gundiyekî ku navê xwe ji ber ewlekariyê nexwest eşkere bike, diyar kir ku ji ber dorpêçê tirs û fikar li herêmê heye.

Kesê navborî got, "Piştî ku dibe êvar kes nikare derkeve derve. Ji ber ku meha Remezanê ye mirov bi giranî piştî fitarê derdikevin derve. Lê belê ji ber vê dorpêçiyê kes nikare derkeve derve. Em di rewşeke zehmet de ne. Leşkeran di serdegirtina destpêkê de derî û paceyên gelek malan şikandin û gef li malbatan xwarin. Leşkeran diyar kirin ku li gorî fermana ji rayedaran wergirtine wê heta demekê li gundan bin. Lewma jî em nizanin bê dorpêçî kengî bi dawî bibe."