Leşkeran li jina nexweş xistin û destê wê kelepçe kirin

Li gundê Elmaliya girêdayî navçeya Çermê ye leşkeran jina bi navê Hase Adibellî 75 salî ya bi nexweşiya alzeymire û Mustafa Adibellî yê 85 salî darp dikin û kelepçe kirin.

Leşkeran bi ser gundê Elmalî yê girêdayî navçeya Çermê ya Çewligê de girtin. Hevjînên bi navê Hase Adibelî ya bi nexweşiya alzaymire (75) û Mustafa Adibellî yê 85 salî ye ji aliyê leşkeran ve destên wan hatin kelepçekirin û hatin darpkirin. Piştî hatin derxistin, xaniyên wan hate xirakirin.

Hate hînbûn ku AFAD û wezîrê bajarvaniyê xaniyên di erdheja sala 2019’an de xisar girtine xira dikin û li cihê wan xanî çêdikin. Lewra heya niha ji bo van kesan xanî nehatine çêkirn û kesên xaniyên wan hatine xirakirin bi derfetên xwe hewil didin avahiyekê çêbikin.

Hevjînên bi navê Hase û Mustafa Adibellî ji ber ku nexwestin ji xaniyê xwe derbikevin destên wan hatin kelepçekirin û rastî tundiyê hatin. Li ser bûyerê gundiyan bertek nîşan dan û leşkeran jî dest danîn ser telefonên gundiyan.  Lawê wan Mîryekta Adibellî jî diyar kir ku ew ê derbarê bûyerê de gilî bike.  Mîryekta got diya min bi nexweşiya Alzeymir bû û xaniyê me li gorî wê hatibû çêkirin, lewra wê ji xanî ji kirin û darp jî kirin.