Leşkeran girtin ser gundên Amedê: 6 kes hatin binçavkirin

Li gundên Çinar û Bismilê yên bi ser Amedê leşkeran girtin ser gundan û H. Abdruhman Şîmşek ê 70 salî jî tê de, 6 kes binçav kirin.

Li gundên Çinar û Bismilê yên bi ser Amedê duh sibehê leşkeran girtin ser gundan. Di serdegirtinan de 6 kes hatin binçavkirin û hat ragihandin ku li gelek kesan jî digerin.

Di serdegirtinên gundan de kesên ku navê wan diyar bûne ev in: Li gundê Hola yê Bismilê Mecît Ekîn (60), Selîm Akalp (35). Li gundê Kerxa Macira Mahsûn Guler (40). Di operasyonan de li gundê Hucetî yê Çinarê jî 3 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku li vî gundê tenê navê H. Abdurehman Şîmşek (70) hatiye tespîtkirin. Nehat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birine ku derê.