Leşkeran agir berda daristanên Elkê

Li gundê Setkar a Elkê leşkeran agir berda daristanê.

Li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê, ji ber gulebaran leşkeran agir bi daristanê ket. Gundiyan xwest mudaxileyî agir bikin, lê leşkeran ew asteng kirin. Gundiyan ragihand ku agir berbelav dibe û kaya wan û heywanên wan li devera li jora şewatê ne û dibe ku ew jî bişewitin. Gundiyan ji bo alîkariyê bang kirin. 

Li heman herêmê berê jî leşkeran şivan gulebaran kiribûn û gef li wan xwaribûn û gotibûn: "Heywanên xwe bibin, yan na em ê we bikujin."