Leşker mecbûr in ku sivîlan qetil bikin!

Têkildarî lêpirsîna leşkerên ku di merasîma cenaze de sivîl qetil kiribûn, biryara neşopandinê hate dayîn.

Ji bo 3 gerîlayên ku li Solaxana Çewlikê jiyana xwe ji dest dabûn li Pasûra Amedê di 24’ê Kanûna 1991’an de merasîma cenaze hatibû lidarxistin. Di vê merasîmê de 7 sivîl ji aliyê leşkeran ve hatibûn qetilkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî lêpirsîna vê dozê biryara neşopandinê da. Têkildarî 37 leşkerên ku bûbûn sedema qetilkirina 7 kesan û birîndarbûna 2 kesan biryara neşopandinê hate dayîn.

Ji ber gulereşandina leşkeran Mehmet Nesîp Altin, Neytûllah Ekîn, Hayrettîn Demîrtûyî, Felemez Bûlût, Omer Ozturk, Alî Mîltaş û Şahîn Tekîn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabûn û Mehmet Şah Tekîn û Şeyhmûs Altindag jî birîndar bûbûn. Hat diyarkirin ku di lêpirsînê de Fermandarê Jendirmeyan ê Bajêr ê Amedê yê wê demê Îsmet Yedîyildiz û 3 kesên din ji ber ku jiyana xwe ji dest dane, ji dosyeya lêpirsînê hatine derxistin.

QETLÎAM JI MECBÛRÎ YE!

Di bûyerê de hate qebûlkirin ku sivîl hatine kuştin û hate diyarkirin ku di bûyerê de bikaranîna çekan mecbûrî bûye.

Parêzerê kesên hatine qetilkirin Nahît Eren ji bo rakirina biryara neşopandinê serî li Dadgêriya Cezayê ya Sulhê ya Amedê da.