Lêpirsîneke din li Emîne Şenyaşar hate vekirin

Emîne Şenyaşar a ku malbata wê ji aliyê AKP’yiyan hatibû qetilkirin, lêpirsîneke din li wê hate vekirin.

Emîne Şenyaşar a ku li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurên wê û hevjînê wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, di 9’ê Adarê de dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Nobeta Edaletê ya malbatê di roja 246’an de didome.

Emîne Şenyaşar ji ber gotinên di Nobeta Edaletê de lêpirsîneke din lê hatibû vekirin. Emîne Şenyaşar ji bo îfadedayînê çû Midûriyeta Emniyetê ta Sirûcê û îro nehate pêşiya dadgehê.

Bi îddîaya ku Emîne Şenyaşar di roja 24’an a çalakiyê de heqaret li polîsan kiriye, lêpirsîn lê hatibû vekirin.

Berê jî bi hinceta ku heqaret li parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, doz lê hatibû vekirin. Di heman demê de hinceta ku heqaret li Wezîrê Karê Derve yê Tirk Suleyman Soylû kiriye lêpirsînek û bi hinceta ku heqaret li polîsan kiriye jî derbarê Emîne Şenyaşar 3 lêpirsîn hatibû vekirin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Desteya Giştî ya Meclîsê etîket kir û got “Dayika ku ji bo zarokên xwe yên li nexweşxaneyê hatibû qetilkirin û ji bo yê di girtîgehê de edalatê dixwaze, li emniyetê îfadeyê dide. Kesên qetlîam kirine jî tên parastin. Nobeta me ya edaletê ya li pêşiya dadgehê di roja 246’an de didome. Tirkiye û @TBBMGenelKurulu li vê zilmê bêdeng in.”